Di êrişa li Dêrazorê de 25 çekdarên îranê hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê di sala 2023’an zêdetirî 75 caran êrişê xaka Sûriyê kir.
Bîlançoya kuştiyên çekdarên Îranê di êrîşa duh li Dêrazorê girantir bû û derket 25’an.

Duh balafirên şer çekdarên Îranê li bajarê Bukemalê yê li parêzgeha Dêrazorê bombebaran kirin.

Navend, depoyên çekan û erebeyên çekdarên Îranê bûn armanca êrişan.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku Bîlançoya êrişî girantir bû.

Li gorî wê, 5 ji wan nasnameya Sûrî ne bi giştî 25 çekdarên Îranê hatin kuştin.

Heta niha jî nehatiye zanîn bê ka êriş ji aliyê Îsraîlê an jî Amerîkayê ve hatiye kirin.

Piştî nîvro jî artêşa Îsraîlê êrişî parêzgeha Helebê kir.

Mezreyên û navendên çekdarên Îranê li herêma balafirgeha Neyreb a Leşkerî û balafirgeha Helebê a Navneteweyî hatin armanckirin.

Di encamê de, 4 çekdarên îranê hatin kuştin.

Îsraîlê di sala 2023’an zêdetirî 75 caran êrişî Sûriyê kir

Li gorî çavdêriya Sûrî artêşa Îsraîlê di 2023’an zêdtirî 75 caran êrişî Sûriyê kiriye.

Di encama êrişên wê de 151 çekdarên Îranê û leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û 154 jî birîndar bûne.

Her wiha 154 nuqte, navend, depoyên çekan û erebe bêbandor kirin.

Hikumeta Şamê jî li ser van êrişan ker û bêdeng e.

Back to top button