Şêniyên gundên rojavayê Kobanê bang li hêzên Rûsyayê kirin ku destwerdanê bike û hovîtiya dewleta Tirk yên li djiî sivîlan rawestînin.
Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêncşem û îna borî ji herêmên derdora bajarê Cerablusê yên dagirkirî, bajarokê Şiyûx û gundê Boraz yên Kobanê topbaran kiribûn.
Hêzên Rûsyayê serdana cihê topbaranê kir.
Sivîlên gundên rojavayê Kobanê pêşwaziya wan kirin, nerazîbûn nîşanî topbarana Tirkiyê û bêdengiya hêzên Rûsya yên li hember êrîşên dewleta Tirk dan.
Li gundê Borazê, jinekê ji hêzên Rûs re got:
“Heta kengî wê êrîş li dijî me dewam bikin? Ne hûn û ne jî hêzên Amerîkayê sînorekî ji Erdogan re danayînin.
Ev 7 salin ji aliyê Cerablusa dagirkirî ve, li dijî me êrîş tê kirin, gelek kes ji ber êrişan, jiyana xwe ji dest dane.
Di rewşek wiha de, hûn çima bêdeng in.”