PKK partiyeke newrozê ye 50 sal berê hîmê PKK di newrozê de hate avîtin

Komîteya Navendî ya PKK’ê peyama Newroza 2022’an da.
PKK di peyama xwe de got:
“Newraza îsal sala 50’î ya Pêngava Rêbertî û danîna hîmên PKK’ê ye.
PKK weke partiyeke Newrozê hate damezrandin û bi pêş ket.
PKK bang li gel kir ku her roja sala nû bikin mîna Newrozê.

Komîteya Navendî ya PKK’ê bi bomneya Cejna Newrozê daxuyaniyek weşand.

PKK’ê di şexsê şehîdên Newrozê Mazlûm Dogan û Zekiye Alkan de hemû şehîd bi bîr anîn û cejna Netewî di serî der li Rêber Apo, li gerîla, gelê kurd û dostên wan pîroz kir.

Komîteya Navendî ya PKK’ê bal kişand li ser rastiya PKK û Newrozê û wiha got:

“Sala nû ya Newrozê sala 50’î ya Meşa Rêbertî ya Apoçî û PKK’ê ye.

Pêngava Rêbertî ya Apoçî di Newroza 1973’yan de pêk hat.

Koma Apoçî ya ku hîmê PKK’ê danî, di Newroza 1973’an de li qada Bendava Çûbûkê ya Enqereyê bi civînekê ava bû.

Ev meşa rasteqîn a Apoçî niha dest bi sala xwe ya 50’î dike.

Eşkere ye ku rastiya Rêber Apo Rêbertiyeke Newrozê ye.

PKK jî weke partiyeke Newrozê hate damezrandin û bi pêş ket. ”

Komîteya navendî ya PKK’ê: Gelê Kurd bi pêşengtiya Rêber Apo veguherî gelekî newrozê

Komîteya Navendî ya PKK’ê anî ziman “Gelê Kurd bi pêşengiya Rêber Apo û PKK’ê, veguherî gelekî Newrozê û wiha domand:

“Di dîroka Kurdistanê de yekem car, gelê Kurd bi Rêbertiya Azadiyê û tevgera partiyê bênavber 50 salî meşiya û pêşketinên dîrokî afirand.

Newroz cejna yekîtî, berxwedan û azadiyê ya gelê kurd e.

Çawa ku xweza bi biharê re şîn dibe, gelê kurd jî di her Newrozê de xwe nû dike.”

PKK’ê diyar kir ku Rêber Apo bi têkoşîn û felsefeya xwe gelê kurd ji qirkirinê xilas kir û ev got:

“Ji bo wê jî divê her kes rastiya Rêbertî bi kûrahî fêhm bike û bi rengekî serketî erkên xwe yên ji bo bidawîanîna tecrîda li ser Rêber Apo bi cih bînin.”

Komîteya navendî ya PKK’ê: Divê em her roja salê bikin mîna Newrozê

Dawiya daxuyaniya xwe, Komîteya Navendî ya PKK’ê her kesên ku di meşa azadiyê de ked daye silav kir, cejna wan pîroz kir û bang li hemû gelê kurd û dostên wan kir ku her roja sala nû bikin mîna Newrozê!

Back to top button