Çalakiyên li dijî êrişên dewleta Tirk a faşîst dewam dikin. Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya êrişên dewleta Tirk şermezar kir û diyar kir heta têkbirina dagirkeriyê wê têkoşîna xwe bidomînin. MSD’ê jî ji bo nîqaşkirina êrişên ser herêmê civînek li Minbicê li darxist.
Çalakî û berxwedana li dijî êrişên dagirkeriya Tirk dewam dikin.
Îro jî li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûrî çalakî hatin lidarxistin.
Kombûna Jinan a Zenûbiya li Tebqayê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de îşaret bi şehîdxistina Mizgîn Kobanê hate kirin û ev yek hate gotin;
“Ev êriş isbat dike ku ji têkoşîna jina şoreşger a azad ditirsin ku gelek derb li dagirkeriyê û rêxistinên wê yên terorîst dan.
Fedekariya şehîdên me ji bo me hêz e da ku têkoşîna xwe berdewam bikin.”
Di dawiya daxuyaniyê de bang li dewletên garantor hate kirin ku li dijî van êrişên hovane helwestekê nîşan bidin.
Di daxuyaniyê de soza bilindkirina têkoşîn û berxwedanê heta têkbirina planên dagirkeriyê hate dayîn.
MSD’ê derbarê êrişên ser herêmê de civînek li Minbic li darxist
Li aliyekî din Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê ji bo nîqaşkirina gef û êrişên dewleta Tirk û bandora wê li ser çareseriya siyasî civînek li Minbic li darxist.
Di civînê de gelek hiqûqnas, çalakger û nûnerên partiyên siyasî û leşkerî hazir bûn.
Hevserokê ofîsa têkiliyên giştî ya MSD Hesen Mihemed Elî axivî û balkişand ser gefên dewleta Tirk li dijî herêmê û got:
“Armanc ew e ku aramiya li herêmê têk bibin û projeya xwe ya Dewleta Osmanî ya nû pêk bînin.”
Hesen Elî da zanîn ku eger gelê herêmê û Sûriyê dixwazin wekî xelkê Ezaz, Idlib, Cerablos û ji bilî wan ji herêmên ku di bin dagirkeriya Tirk de li wan neyê divê ji bo parastina xwe kar bikin.
Pişt re beşdarên civînê jî nêrînên xwe anîn ziman û balkişandin ser girîngiya yekîtiya gelên Sûriyê da karibin li hember êrişan bisekinin.



