Şêniyên Kobanê sersaxî dan malbata şehîd Mizgîn Kobanê

Şêniyên kobanê li gundê Xan Mamid sersaxî dan malbata Şehîd Mizgîn Kobanê. Şêniyan diyar kirin ku wê berxwedana wan a li dijî êriş û dagirkeriyê dewam bike.

Şehîd Mizgîn Kobanê di encama êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de li Reqayê şehîd bûbû.

Bi dehan şênî, endamên saziyên Kobanê, endamên partiyên siyasî yên li herêma Firatê serdana konê sersaxiyê yê şehîd Mizgîn Kobanê kirin.

Di bin kon de, hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan ya Herêma Firatê Ayşe Efendî axivî û di şexsê şehîd Mizgîn de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî.

Ayşe Efendî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û bang li gel ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker hevgirtî bin.

Merasîma sersasaxiyê bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Back to top button