Polîsên AKP’ê li Sêrtê 16 kes binçavkirin

Polîsên Tirk li bajarê Sêrtê bi ser gelek malan de girt û 16 kes binçav kirin. Li Farqînê jî polîsan 6 kes binçav kirin û piştî ifadeya wan girtin serbest berdan.

Polîsan li Sêrtê di saetên serê sibeha 15’ê Tebaxê de bi ser gelek malan de girtin û 16 kes binçav kirin.

Polîsan 16 kesên binçav kirin, birin Miduriyeta Polîsan.

Polîsan piştî îfadeya 8 kesan girtin, ew şandin Edliyeya Sêrtê.

Îfadeya 8 kesan a li Midûriyeta Polîsan jî didome.

Leşkerên Tirk li Şirnexê bi hinceta ewlehiyê daran dibirin

Li aliyê din leşkerên dewleta tirk li Gundê Sêtkarê yê Navçeya Elkê ya Şirnexê bi hinceta “Ewlehiyê” darên gundiyan bi zorê dibirin û qulûbeyên cerdevanan ava dikin.

Gundiyan li dijî vê yekê bertekên xwe anîn ziman û gotin:

Bi salan e zilmê li gundiyan dikin.

Back to top button