Bexda biryar da ku mehane 320 milyar dînar ji bo Hewlêrê bişîne

Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û ya Iraqê bi çavdêriya Brîtanya û Emerîkayê li ser pirsgirêka mûçe û deriyên sînor de li hev kirin.

Li gor lihevkirinê..

Wê Hewlêr mehane ji sedî 50’î yê dahata xalên sînor radestî Bexda bike, lijneyên Iraqê yên çavdêriyê li ser sînor were bi cih kirin, beramberê vê jî wê Bexda mahane 320 milyar dînar ji bo hikûmeta Başûrê Kurdistanê bişîne.

Bi vê yekê jî bêyî ku Hewlêr neftê radestî Bexdayê bike lihev kirin.

Li hevkirina Hewlêr û Bexdayê heta 31’ê Kanûna 2020’an wê berdewam bike.

Divê di gavên pêş de ji derveyî xalên sînor, li ser neftê, balafirgeh, bendav, pêşmerge û pereyê cotkaran jî lihev bikin.

Back to top button