Li Çiyayê El-Zewiyê çeteyan balafirek bêpîlot a Rûsî xist xwarê

Li başûrê gundewarên Idlibê, çeteyên artêşa Tirk balafireke bê bêpîlot a Rûsyayê, xiste xwarê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku çeteyên artêşa Tirk li Çiyayê EL- Zawiye balafireke bêpîlot a ku tê texmînkirin a Rûsyayê ye, bi çekên giran xiste xwarê.

Hikumeta Şamê jî bi moşekan bajarok û gundên Çiyayê El-Zawiye û Çiyayê Ekrad yê li bakurê Lazîqiye topbaran kirin.

Her weha hêzên hikumeta şamê duh bi şev jî bi moşekan êrişî herêmên başûrê gundewarên Idlibê, gundên li rojavayê gundewarên Helebê jî kir.

Back to top button