TEV-DEM: PDK’ê xetên sor derbas dike

Tevgera Civaka Demokratîk diyar kir ku PDK’ê bi êrişa xwe ya li dijî gerîla xetên sor derbas dike.

TEV-DEM’ê bi daxuyaniyekê êrişa PDK’ê ya li dijî gerîlayan şermezar kir û got,

”Tevî ewqas hişyarî û çalakiyên gel yê li dijî derketina şerê navxweyî, lê dîsa jî PDK’ê siyaseta xwe dewam dike”.

TEV-DEM’ê anî ziman êriş dikeve xizmeta dewleta Tirk ku li hemberî hêzên gerîla hevsengiyên xwe yên siyasî û leşkerî winda kirine.

Her wiha da zanîn ku PDK’ê xetên sor derbas kir û doza kurd xist nava xeteriyê.

TEV-DEM’ê bang li gelê Kurdistanê û di serî de hêzên siyasî yên Kurdistanê kir ku bang li PDK’ê bike ku helwesta xwe zelal bike.

Back to top button