El Malikî: Di 24 saetan de 3 balefirên bêpîlot yên Husiyan hatine xistin

Koalîsyona hêzên Erebî 3 balafirên bêpîlot yên Husiyan ku ji bo êrîşeke li dijî başûrê Erebîstana Siûdî, xistin.

Hate ragihandin di nava 24 saetên derbasbûyî de, 3 balefirên bêpîlot yên Husiyan ku ji bo rêşekî şandibûn başûrê Siûdiyê ji aliyê hêzên koalîsyonê ve hatin xistin.

Berdevkê Koalîsyonê Turkî El Malikî di axaftina xwe ya bi ajansa nûjeyan SPA ya Siudiyê re got,

Husiyên Yemenê ji bo êrîşekî li dijî bajarê Hamîs Muşayt yên dikevin başûrê Siûdiyê balefirên bêpîlot şandibû.

Ev balafir jî ji aliyê hêzên me ve hatin xistin.

El Malikî diyar kir ku Husî bê yekê êrîşî li dijî sivîlan pêk tîne û ev yek weke sucê şer pênase kir.

Berdevkê Koalîsyonê li ser cihê rabûna balefiran jî ti agahî neda.

Hêzên Husiyan di nava demên dawiyê de, bi dronên bombebarkirî deverên sîstema parastinê yên Siûdî dike hedef.

Back to top button