Wezîrê Parastinê yê Îsraîl: Xeterya herî mezin ya li pêşiya me bûyîna Îran a xwedî çeka nukleerî ye

Îsraîl di her fersendê de dijberiya xwe ya li hemberî Îranê nîşan dide.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Benny Gantz diyar kir ku gefa herî mezin ya li ser welat, bûyîna Îran a xwedî çeka nukleerî ye.

Li gorî nûçeya rojnameya Yedioth Ahronoth a Îsraîlê, Benny Gantz di merasîma ku li baregeha leşkerî ya Dayan a li nêzî Tel Evîvê pêk hat de axivî.

Gantz destnîşan kir ku Îsraîl bi hin zehmetiyan re rû bi rû ye û Rojhilata Navîn guherînek radîkal pêk aniye.

Ev jî wekî parçebûna Lubnan, gefên ji Sûriye û rola Îranê di van bûyeran de rêz kir.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê teqez kir ku li dijî gefan divê amade bin û wiha got:

“Gefa herî mezin a ku em pê re rû bi rû ne çeka nukleerî ya Îranê ye.

Ji derveyî zêdekirina hêza xwe çareyek me tune.”

Hikumeta Îsraîlê di her fersendê de dijberiya xwe ya li hemberî nêzîkbûna Waşîngton û Tahranê tîne ziman.

Îsraîl dixwaze cezayên ku di serdema serokê berê yê DYA Donald Trump de li dijî Îranê hatîn ferzkirin dewam bikin.

Back to top button