Fraksiyona Teyar El-Sedri ya girêdayî Serkirdeyê Şia Muqteda El-Sedir, diyar kir ku ewê hilbijartinên Parlamentoya Iraqê ku boykot bikin.
Her wiha desteka xwe ji hikumeta Mistefa Kazimî jî kişand.
Li gorî çapemeniya Iraqê Muqteda El-Sedir derbarê mijarê de ji televîzyonek Iraqî re axiviye û gotiye,
Ji bo ku em karibin xaka Iraqê ya biparêzin û pêşiya gendeliyê bigirin, me biryar girtiye ku hilbijartinan boykot bikin.
Her wiha ez desteka xwe ji hikûmeta heyî û hikumeta ku dê were avakirin jî dikişînim.
Hêjayî gotinê ye ku wê di 10’ê Cotmeha 2021’an de hilbijartina parlamentoya Iraqê pêk were.
Ji niha de partî û rêxistinên li Iraqê helwestên xwe ya li ser hilbijartinê diyar dikin.