Bakurê Kurdistan û Tirkiye ji Newrozê re amade ne

Li gelek bajaran Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê amadekariyên Newrozê bi dawî bûne û banga beşdariya Newrozê li xelkê tê kirin. Gel û endamên komiteyên amadekar diyar dikin newroza 2023’yan dê bibe Newroza berxwedanê û dibêjin: “Em ê di Newroza îsal de tecrîda li dijî Rêber Apo bişikînin.”

Di navbera 19, 20 û 21’ê Adarê de, li bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê, wê li 39 navendan agirê Newrozê bê hilkirin.

Newroza îsal ku diyarî qurbaniyên erdhejê tên kirin bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî tê pîrozkirin.

Li bajarê Wanê amadekariyên Newrozê bi dawî bûn

Li bajarê Wanê ku her sal bi girseyek mezin û coş newroz tê pêşwazkirin, amadekarî bi dawî bûne.

Pîrozbahî dê li Qada Newrozê ya li ber Keleha Wanê bê kirin.

Jinên li Wanê: Em ê di Newroza îsal de tecrîdê bişikînin

Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo beşdariyê bang kirin.

Aktîvîstan diyar kirin newroza 2023’yan dê bibe Newroza berxwedanê û gotin:

“em ê di Newroza îsal de tecrîdê bişikînin.”

Li Qoserê amadekariyên Newrozê temam bûn

Yek ji navendên ku bi girseyî Newroz wê lê bê pîrozkirin navçeya Qoserê ya Mêrdînê ye.

Li Qoserê amadekariyên pîrozbahiya Newrozê temam bûn.

Bernameya Newrozê saet di 10.00’an de li Qada Otogarê dê dest pê bike.

Hevşaredara Qoserê Nilufer Elîk û Komîteya amedekar banga beşderiya ji bo Newrozê kirin.

Li Êlihê sibê di saet 10’an de Newroz dê were pîrozkirin

Komîteya Amadekar a Newroza Êlihê jî ragihand wan amadekariyên pîrozbahiya Newrozê bi dawî kirine.

Newroza Êlihê sibê saet di 10.00’an de li Qada Newrozê ya li kêleka Otogarê were pîrozkirin.

“Newroz serhildana hesabxwestinê ye”

Endama Komîteya Amadekar a Newrozê Sedef Ozdemîr banga beşdariya pîrozbahiya Newrozê li xelkê Êlihê kir û diyar kir ku ew ê bi coşa 8’ê Adarê cejna Newrozê pîroz bikin.

Li 14 navendên herêma serhedê jî agirê Newrozê dê bê pêxistin

Li bajarên Serhedê ku dê 3 rojan Newroz lê bê pîrozkirin, amadekarî bi dawî bûn.

Di navbera 19 û 21’ê Adarê de Agirê Newrozê dê li 14 navendên herêma Serhedê jî bê pêxistin.

Endamên Komîteyên Amadakar ên bajaran banga beşdariya Newrozê li xelkê kirin.

Stenbol ji bo Newrozê ji malovaniya gelan re Amade ye

Li aliyê din, li gelek bajarên Tirkiyê jî amadekariyên pîrozbahiya Newrozê qediyane.

Qada Yenîkapiyê ku wê Newroza Stenbolê lê bê lidarxistin ji malovaniya gelan re amade ye.

Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan HDP’a Stenbolê bang kirin ku bi hev re agirê Newrozê hilkin.

Back to top button