Serokwezîrê Îsraîl Lapid li Ebû Dabî ye

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîl Yair Lapid piştî rêkeftina normalkirina pêwendiyan, yekem serdana fermî ya xwe ji bo Îmaratê kir.

Li gorî nûçeya ajansa AFP, Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Yair Lapid piştî peyama xwe ya “ez serdanek dîrokî ji bo Îmaratê dikim” gihişt balafirgeha Ebû Debî.

Her çiqasî beriya niha jî wezîrên Îsraîlê serdana Îmaratê kiribe jî, lê serdana Lapid ya herî payabilin ya ji bo welate.

Yair Lapid dê di çarçova serdana xweya fermî de, 2 rojan li herêmê bimêne.

Di nava vê demê de, wê bi hempîşeyê xew yê îmarat Ebdulah Bin Zayed El Nahyan û endamên navdar yên civata cihû yên li welat re bicive.

Bi serdana Lapid re, balyozxaneya Îsraîl ya li welat bi merasîmekê hate vekirin.

Ji bo normalîzekirina tevahî têkiliyên di navbera Îsraîl û Îmaratê 15’ê Îlonê “Peymana Birahîm” li Koşka Spî ya paytexta DYA Washington DC hatibû îmzekirin.

Lapid di axaftina xweya yekem ya wekî wezîrê karên derve de, destnîşan kir ku ji bo pêşxistina peymanê wê kar bikin.

Back to top button