Çalakvanên Helebce: Divê gelê Kurd li dora projeya neteweyî kom bibin

Çalakvanên civaka sivîl ên parêzgeha Helebce li ser armanca êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûr û Rojavayê Kurdistanê gotin: “Armanca dewleta Tirk qirkirina gelê Kurde û ji bo pêkanîna vê yekê jî tişta ji dest wê tê dike.”

Çalakvan Basit Osman da zanîn ku dewleta Tirk bi êrîşên li ser Wargeha Penaberan a Mexmûr û Rojavayê Kurdistanê nîşan dide ku dixwaze li hemû parçan Kurdan tine bike û got:

”Dewleta Tirk PKK’ê wek hinceta êrişan nîşan dide, ev hincetek pir lewaze.

Beriya avabûna PKK’ê jî dewleta Tirk dagirkeriya xwe li ser Kurdistanê dimeşand.

Dewleta Tirk hertim hewil daye şoreşên Kurdan bêdeng bike.

ji bo pêşîgirtina li vê qirkirinê ya giring ewe ku kurd li her çar parçeyan li dor projeyeke neteweyî kom bibin.”

Çalakvanê bi navê Dana Ebdul jî li ser heman mijarê got:

“Dewleta Tirk bi bombebarankirina Kampa Mexmûrê dixwaze wê yekê piştrast bike ku çiqas dirinde û nemirovane nêzî gelê Kurd dibe.

Dana Ebdul di dawî de wiha anî ziman ; ” Tenê yekrêzî dermanê derdê gelê Kurde.”

Back to top button