Li Iraqê baregeha Amerîka careke din hate armanckirin

Piştî şerê Hemas û Îsraîlê ku di 7’ê Cotmehê de destpê kir, baregehên hêzên Amerîkayê yên li Sûriye û Iraqê bûn hedefa êrişan.

Hate ragihandin ku vê sibê, bi cara sêyan, baregeha hêzên Amerîkayê ya Eyn Esed a li parêzgeha Enbar a Iraqê bi sê mûşekan hate hedefgirtin.

Lê di derbarê zerer û ziyanên madî û canî de ti agahî nehatine bidestxistin.

Hêjayî gotinê ye ku di nava du rojên borî de baregeha Eyn Esed du caran rastî êrişa balefirên bê mirov û bi çek hat.

Pentagonê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama êrişa beriya çend rojan de xebatkareke ku li gel hêzên hevpeyman kar dikir jiyana xwe ji dest da.

Piştî êrişan, di 20’ê Cotmehê de Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabit Mihemed Ebas serdana baregehê kir.

Baregeha Eyn Esed dikeve parêzgeha Enbar, hêzên Amerîka û Hêzên Hevpeymanî tê de cih digirin ku erkê wan şêwirmendî kirina ji hêzên emnî yên Iraqê re ye.

Lê piştî şerê li Xezayê, baregehên hêzên Amerîkayê bi taybet ên li Iraqê rastî êrişan hatin.

Back to top button