Foza Yûsif: Dewleta Tirk xwe ji bo êrîşên nû amade dike

Endama Dîwana Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif diyar kir ku dewleta Tirk planên nû yên ji bo êrişê dike. Foza got,” ji bo rastiya siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk bê dîtin, em di nava hewldanan de ne, tevî hemû astengiyan em ê xeta sêyemîn biparêzin û yekitiya xwe ava bikin”.

Endama Dîwana Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif li ser çareserkirian aloziya Sûriyê, êrîşên dewleta Tirk û helwesta ENKS’ê ya li ser zimanê Kurdî û sîstema hevserokatiyê ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî.

Foza Yûsif diyar kir ku ew di çareserkirina pirsgirêkan de diyalogê esas dibînin û got:

Zêhniyeta dewleta netewe wek kabûsekê Sûrî fetisandî ye, tevî guhertin û veguhertinan hemûyan jî rejîma Sûrî dixwaze dîsa bi modela dewleta netewe pirsgirêkan çareser bike.

Guhertinên demoqratîk qebûl nake û bi hişmendiya yek ziman, yek al, yek netewe, yek çand tevdigere.

Foza anî ziman ku dewleta Tirk her tim ji bo destwerdanê zemîn afirandiye; ji bo vê bi çeteyên mîna DAIŞê re xebitî ye û wiha domand:

Ji ber dewleta Tirk bi ser neket niha bi awayekî eşkere kirinên qirêj dike.

Armanca dewleta Tirk ew e ku di paşeroja Sûrî de bibe xwedî gotin û nehêle ku Kurd bi ti awahî bibin xwedî statu.

Di warê diplomasiyê de jî ji bo rastiya siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk bê dîtin, em di nava hewldanan de ne.

Foza Yûsif: Em ê yekîtiyê bi ser bixînin

Endama Dîwana Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif li ser Yekîtiya hêzên Kurdî û hevdîtinên bi ENKSê re got:

Em hewl didin li hêmanên demokratîk yekîtiyê ava bikin, lê helwesta ENKSʼê ya li ser zimanê Kurdî û sîstema hevserokatiyê nayê qebûl kirin.

Tevî astengiyan hemûyan em bi biryarin pêvajoyê bi ser bixin.

Em ê xeta sêyemîn biparêzin û yekitiya xwe ava bikin netenê ji bo Kurdan ji bo hemû Sûrî em karin bibin riya çarseriyê.

Back to top button