KJK: Em di perwerdeya zimanê Kurdî û pergala hevserokatiyê de tawîz nadin

Koordînasyona Koma Jinên Kurdistan-KJK’ê helwesta ENKS’ê ya derbarê zimanê kurdî û pergala hevserokatiyê de rexne kir û diyar kir ku Kurdî û hevserokatiî nabin meseleya tawîzê.

Koordînasyona Koma Jinên Kurdistan-KJK’ê der barê helwesta ENKS’ê ya li ser perwerdeya zimanê kurdî de daxuyaniyek da.

KJK’ê diyar kir ku di mijara ziman û pergala hevserokatiyê de ti mafê partiyeke tune ku van tê xe mijara siyaset û nîqaşê.

Di mijara ziman û pergala hevserokatiyê de em tevlî daxuyaniyên Rêveberiya Xweser û Kongra Star dibin.

KJK’ê diyar kir ku pergala hevserokatî û temsîliyeta wekhev ji bo avakirina pergala şaristaniya demokrtîk gaveke dîrokî ye.

Ev gava dîrokî di encamê têkoşîn û bi dayîna hezaran şehîdên jin ve hatiye avakirin.

KJK’ê di daxuyaniya xwe de têkoşîna jinan a Rojava, taybet jî berxwedana YPJ’ê bi bîrxist û daxuyakirin ku divê ENKS’ê ji bo hurmeta şehîdên jin divê pêşniyazeke wisa nekiria.
Ev ne meseleyên wisa ne ku li ser maseyan werin axaftin û nîqaşkirin.

KJK’ê diyar kir ku mijara perwerdeya zimanê kurdî û pergala hevserokatiyê xeta wan a sor e ji wan tawîz nadin û got:

“Li her cihên ku jinên Kurd lê dijîn wê ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî û pergala hevserokatiyê tawîz neyê dayîn.

Têkoşîna azadî û demokrasiyê, bi nasnameya jinên azad, azad dibe û bi çand û zimanê xwe dijî.

Yekîtiya neteweyî ya Kurdan wê li ser rêgezên jinên azad û civaka azad were avakirin.”

KJK’ê bang li gelê kurd kir ku li her qada jiyanê de zimanê xwe bikarbînin û pergala hevserokatiyê biparêzin.

KJK’ê bang tevgerê jin jî kir ku rojeva kampanya xwe jî têxin perwerdehiya bi zimanê zikmakî û parastina pergala hevserokatiyê.

Back to top button