Dûran Kalkan: Êdî kes nema sîstema Îmraliyê qebûl dike

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku li dijî tecrîda li Îmraliyê têkoşîn û berxwedaneke mezin heye û da zanîn êdî kes sîstema Îmraliyê qebûl nake.
Kalkan got; “Ji bo aştî û azadiya li Kurdistan û Tirkiyê yekane hêza çareseriyê Rêber Abdullah Ocalan e.”
Kalkan bal kişand ser zext û êrîşên li Bakurê Kurdistanê, tê kirin û got; “Dema ku em tê de ne dema berxwedanê ye. Her kes li devera ku lê ye li gorî derfet û hêza xwe ji bo hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê divê têbikoşe.”

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Dûran Kalkan tevlî bernameya ‘Ulkeden’ a Medya Haber TV bû û mijarên di rojevê de nirxand.

Kalkan bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana li dijî tecrîdê û got,

“Îmrali sîstemeke dîl girtinê ye. Êdî kes sîstema Îmraliyê qebûl nake, bi temamî deşîfre bûye. Desthilatdariya AKP-MHP’ê gihîştiye wê astê ku nema dikare faşîzmê bi rê ve bibe. Bi van nêzîkatiyên ku rewşê sor dikin, hewl dide ku binixumîne.”

Kalkan destnîşan kir ku ji bo sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê parçe bibe û Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad bibe, li çar parçeyên Kurdistanê û çar aliyên cîhanê têkoşînek tê meşandin û wiha dewam kir;

“Vê yekê rê li ber pêşketinên girîng vekir. Gelê Kurd li çar parçeyên Krudistanê û tevahiya cîhanê rabû ser piyan. Ji vê jî girîntir li çar aliyên cîhanê bi taybetî rewşenbîr, siyasetmedar, karker, kedkar û jin gihîştin wê astê ku xwedî li vê meseleyê derkevin. Dixwazin sîstema Îmraliyê parçe bibe.”

Dûran Kalkan: Yekane hêza çareseriyê Rêber Ocalan e

Dûran Kalkan bi bîr xist ku ji bo azadiya Kurdan, ji bo aştî û azadiya li Kurdistan û Tirkiyê yekane hêza çareseriyê Rêber Ocalan e û destnîşan kir kesekî din nikare vê yekê bike.

Kalkan destnîşan kir ku Rêber Ocalan veguheriye rêberê cîhanî û got,

“Bindest hemû xwedî lê derdikevin. Ji nava nêrînên Rêber Apo, ji bo rizgariya xwe li rêya çareseriyê digerin. Ev rewş cihê hêviyê ye.”

Dûran Kalkan: Divê HDP bêrxwedanê hê mezintir bike

Kalkan bal kişand ser zext û zordariya li Kurdan, HDP’ê û hêzên demokratîk tê kirin û got,

“Ji bo HDP’ê bêbandor bikin çi ji wan tê dikin. Her roj digirin, zextê dikin, weke partî nagirin lê ji girtinê xerabtir dikin. Bi rastî jî eger hilbijartineke demokratîk pêk were wê HDP bibe partiya yekemîn. Di asta berxwedana li dijî faşîzmê de ye. Divê hîn bêhtir li ber xwe bide.”

Dûran Kalkan: Li her qadê pêwîste têkoşîn bê mezin kirin

Kalkan bal kişande li ser taybetiya demê jî wiha got;

“Dema ku em tê de ne dema berxwedanê ye. Her kes li devera ku lê ye li gorî derfet û hêza xwe ji bo hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê divê têbikoşe. Êrişkariya topyekûn êrişkariya qirker faşîst a vê serdemê ye, lewma li dijî vê yekê berxwedaneke topyekûn divê. Li her qadê pêwîstî bi têkoşînê heye.”

Back to top button