Li Amsterdamê li ser paradîgmaya Rêber Apo hate nîqaşkirin

Li paytexta Hollanda Amsterdamê bi rêka semînerekî paradîgma Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaziya Jinê ya Rêber Apo hate nîqaşkirin.

Semîner bi pêşengtiya Komuna Jinê ya Rojbîn Leyla Elbistan hat lidarxistin û Prof. Dr. Ji Zanîngeha Rojava Joost Jondergen û Beşîr Melle Newaf beşdar bûn.

Di semînera ku bi sedan xwendekarên navneteweyî û Zanîngeha Amsterdamê beşdar bûn de Prof. Jondergen bandora felsefeya Rêber Apo a li cîhanê nirxand û Rojava weke mînaka herî hêsan a vê paradîgmayê bi nav kir.

Ji Zanîngeha Rojava Beşîr Melle Newaf li ser çawaniya jiyana paradîgmaya Rêber Apo li Rojava axivî.

Piştî axaftinên di semînerê de pirsên xwendekaran ji aliyê panelîstan ve hatin bersivandin.

Piştî semînera sê saetan hunermend Roleda stranên Kurdî û Îngilîzî gotin.

Semîner bi berzkirina dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

Çalakiya Nobetê ya li dijî tecrîdê ya li Mexmûrê bi koma 35’an dewam dike

Back to top button