Desteya Tenduristiyê navendeke din a çavdêriyê li Qamişlo amade dike

Ji ber zêde-belavbûna Coronayê, Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser pêwîstiyê bi navendeke din a çavdêriyê dibîne..

Hevserokê Desteyê Dr.Ciwan Mistefa bi bîr xist ku “ji destpêka belavbûna Coronayê li hemû herêman, navendên çavdêriya tenduristî hatinbûn vekirin û heta niha newxeşan derman dikin”.

Mistefa da zanîn ku ji ber zêdebûna hejmara nexweşên Coronayê li Qamişloyê, niha navendeke nû tê amadekirin”.

Li gorî Dr. Mistefa, hemû amûrên girêdayî Coronayê wê tê de peyda bibin û di nava çend rojên bê de, wê were vekirin.

Jixwe hejmara nexweşên vîrûsa Coronayê li herêmê, 7 hezar derbas kiriye.

Back to top button