Ahmet Turk: Ev hilbijartin fersendên dîrokî ne

Ji hilbijartinên giştî yên li Tirkiyê re ji 2 hefteyan kêmtir dem maye.
Rêxistina Partiya Çepên Kesk xebatên xwe yên hilbijartinê bi coş didomînin.
Siyasetmedarên kurd diyar kirin ku ev hilbijartin fersendên dîrokî ne û Gelê me, wê li hember polîtîkayên zext û înkarê, bersiva pêwîst bide.

Ji hilbijartinên giştî yên li Tirkiyê re 11 roj maye.

Gel û siyasetmedar li bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê xebatên xwe bênavber didomînin.

Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Mersînê bi saziyên civakî yên sivîl re civiya.

Di civînê de Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk axivî û wiha got :

“Ez bawer im ku wê gelê me di van hilbijartinan de ji bo holê rakirina polîtîkayên qirkirin, zext û înkarê, bersiva pêwîst bide”.

Remzî Kartal: Heta 9’ê Gulanê em seferber bibin

Ji aliyeke din Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal jî diyar kir ku ji bo demokratîkkirina komara Tirkiyê hilbijartinên 14’ê Gulanê firsendeke dîrokîye û wiha anî ziman :

“Di vê hibijartinê de dengdan bi tenê têrê nake.

Divê em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Dengê xwe biparêzin

Em derfetên xwe seferber bikin û mirovan bigihînin cihên dengdanê.”

“Bi girtinan desthilata Erdogan wê careke din winda bike”

Her wiha Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan-ÎHD’ê ya Şaxê Wanê Mehmet Karakûş êrişên qirkirina siyasî nirxand û got :

“Ya hatiye kirin rewşa dihate texmînkirin .

AKP beriya her hilbijartinê heman tiştî dike.

Rêbazên wiha berdewam bikin wê winda bikin”.

Yên ji Semsûrê koç kirine divê xwedî li îradeya xwe derkevin

Her wiha Li Semsûrê ku bi deh hezaran kesî di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan.

Partiya Çepên Kesk li nava gundan, kolanan digere û namzetên xwe dide naskirin.

Hevserokê Semsûrê yê Partiya Çepên Kesk Azîz Koçak û Hevserokê Bajêr ê DBP’î Mehmet Dag li ser karên hilbijartinê wiha got:

“Em dibînin ku nêzîkatiya gelê me ya li me gelekî baş e.

Lewma têkildarî hilbijartinê hêviya me heye.”

Partiya Çepên Kesk li Manîsayê: Em ê dawî li rejîma yekzilamî bînin

Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Manîsayê Habîp Eksîk, têkildarî xebatên hilbijartinê yên li herêmê axivî û wiha anî ziman:

“Kurd, dê di vê hilbijartinê jiyana bi hev re rê hemû gelan bidin”.

Eksîk di dawiyê de bang li her kesî kir ku Xwedî li Tifaqa Ked û Azadiyê derkevin û dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

Back to top button