Hêzên Rizgariya Efrînê: Hevrêyê me Berxwedana Efrîn şehîd bû

Hêzên Rizgariya Efrînê eşkere kir ku şervanê wan Berxwedan Efrîn şehîd bûye.

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku şervanê wan Berxwedan Efrîn bi nasnav Elî Cabo 26’ê vê mehê dema ku li ser erka xwe bûye, di encama krîza dil de şehîd bûye.

Di daxuyaniyê de li ser jiyan û têkoşîna şehîd wiha hate gotin: “Hevrêyê me Berxwedan li bajarê Efrînê ji dayik bûye û li nava malbateke welatparêz de mezin bû.

Dagirkirina Efrînê ji bo her Kurdekî bi taybetî ji bo Efrînîyekî hîn bêhtir êşeke mezin e.

Hevrêyê me Berxwedan piştî dagirkirina Efrînê ji bo rizgarkirina bajarê xwe tev li nav refên hêzên me bû.

Dilê wî yê ji bo azadiya Efrînê lê dida, her çiqas bi fîzîkî sekinîbe jî em wek hevrêyên wê ji bo armanca wî ya mezin pêk bînin, soza xwe nû dikin û sersaxiyê ji malbata şehîd Berxwedan û gelê xwe re dixwazin.”

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye;

Elî Cabo bi nasnav Berxwedan Efrîn, 26’ê Hezîranê 2022 şehîd bûye.

Back to top button