Ji adara 2021’an ve, agahî ji rêber Ocalan nayê girtin û rê nayê dayîn ji bo hevdîtina bi parêzer û malbatê re. Eşkere bû ku dewleta Tirk 3 mehe din cezayê qedexeya hevdîtinê li ser Rêber apo û hevalên wî ferz kiriye Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê û Hevseroka Desteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan, Xedîce Îbrahîm têkildarî mijarê daxuyanî dan û gotin: Ev sucekî dermirovî ye û binketina rêjîma Tirk dide diyarkirin.
Li Imraliyê tecrideke giran heye û ji adara 2021’an ve agahî ji Rêber Ocalan û her 3 hevalên wî nayê girtin..
Eşkere bû ku dewleta Tirk careke din bi navê cezayê disiplînê, 3 mehên din, cezayê qedexeya hevdîtinê li rêber Apo û 3 girtiyên din ferz kiriye..
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kirin ku cezayên displînê ji aliyê serokatiya Desteya Displînê hatine ragihandin û agahiya parêzeran pê tune.
Insiyatîfa Azadiya Ocalan: Rewşa li Imlariyê kirîza li Tiriyê eşker dike
Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê derbarê bêhiquqiya li Îmralî, li ser malpera xwe daxuyaniyek da.
Insiyatîfê diyar kir ev cezayên dîsîplînê ku ji aliyê rayedarên Tirk ve tên ferzkirin, rewşa xirab a Tirkiyê û krîza di hemû aliyan de nîşan dide û got: “Rejîma Tirkiyê ne weke dewleteke bi sazî û qanûn tevdigere û hemû yasayên navdewletî jî binpê dike.
Mînaka herî li ber çav jî tecrîda girankirî ya li ser rêber Ocalan û cezayên dîsîplînê yên dubare ferz dike ye.
Ew ê bi van yekan nikaribin îradeya gelê me û têkoşîna wî ya rewa ji bo azadî, demokrasî, edalet û rûmetê têk bibe. ”
Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hemû rêxistinên Ewropî û mafên mirovan kir ku li hember sucên li Îmraliyê bi erkên xwe rabin.
Parêzer Xedîce Îbrahîm: Dewleta Tirk bi pêkanîna tecrîdê sûc dike
Hevseroka Desteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan, Xedîce Îbrahîm jî têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku ev sûcekî dermiroviye û divê hesab ji hikumeta Tirkiyê bê xwestin.
Xedîce Îbrahîm destnîşan kir cazayên tên ferzkirin îradeya kurdan û tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef û wiha domand: “Her çiqas asta têkoşînê û banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bilind dibe, dewleta Tirk cezayan dibire û tecrîdê girantir dike.”
Hevseroka Desteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan Xedîce Îbrahîm ji bo rawestandina van sucên li Îmarliyê jî ev bang kir: “Hemû gelên azadîxwaz û kesayetên demokrat ku baweriya wan bi azadî û wekheviyê tê, piştgiriyê bidin doza rêber Ocalan ku ew doza tevahî gelên Rojhilata Navîn e.”