Remzî Kartal: Heta 9’ê Gulanê em serferber bibin

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal ji bo bidawîkirina desthilatdariya AKP-MHP’ê bang li hilbijêrên li Ewropayê kir ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal girêdayî hilbijartinên 14’ê Gulanê ji ANF’ê re got:

”Hilbijartinên 14’ê Gulanê ji rêzê û asayî nîne ew di demeke girîng de tê kirin, 100 sal in li dijî Kurdan polîtîkaya înkarê tê meşandin.

Ev hilbijartin dikare bibe wesîle ku hikumeta AKP-MHP ji aliyê siyasî ve were qedandin.”

Remzî Kartal diyar kir ku hilbijartin bi tayîbet ji bo gelê Kurdistanê û hêzên demokratîk girîng in.

Her wiha Remzî Kartal bang li hilbijêrên li Ewropayê kir ku deng tenê têrê nakin, gereke meclîsên, sazî û rêxistinên bikevin nava liv û tevgerê û seferber bibin.

Hevserokê KONGRA-GEL anî ziman ku heta 9’ê Gulanê divê dest ji karê xwe berdin û tenê li ser hilbijartinê bisekinin.

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal bi vê gotinê dawî li gotinên xwe anî:

”Divê em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

Em derfetên xwe seferber bikin û mirovan bigihînin cihên dengdanê.”

Back to top button