”Insiyatîfa Rêveberiya Xweser nimûne ye”

Siyasetmedaran diyar kir ku Insiyatîfa Çareseriyê ya ku Rêveberiya Xweser pêşkêş kiriye, ji bo herêmên din ên Sûriyeyê dikare bibe mînak. 

Serokê Nivîsgeha Lêkolînan a Hesekê ya Partiya Muhafizekaran Hesen El Hesen bi bîr xist ku Rêveberiya Xweser gelek caran bi hikumeta Şamê re însiyatîfên çareseriyê pêşkêş kirin.

Hesen El Hesen diyar kir ku di demekê de ku hêzên herêmî têkiliyan bi hikumeta Şamê re vedigerînin û civata navneteweyî rewşa li Sûriyeyê ji bîr kiriye, însiyatifa Rêveberiya Xweser hat eşkerekirin.

El Hesen destnîşan kir ku însiyatîf ji bo herêmên din ên Sûriyeyê dikare bibe nimûne û wiha domand:

“însiyatîf rewşeke demokratîk, pirreng û nenavnedî nîşan dide. Ji bo pêkanîna vê însiyatîfê em ê piştgiriyê bidin.”

Her wiha Endamê Meclisa Hesekê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Ebdulfetah Fatimê anî ziman ku Rêveberiya Xweser bang li civaka Sûriyeyê û aliyên têkildar dike ku bi rêbazên guncaw aloziya Sûriyeyê çareser bikin.

Ebdulfettah Fatimê destnîşan kir ku ji bo gihandina welat ber bi aramiyê ve ew di tevkariyê de bi israr in.

Back to top button