Remzî Şêxmûs diyar kir ku piştî civîna wezîrên parastinê ya li Moskovê, hikumeta Şamê dorpêça li ser Şehbayê girantir kir û bang li hikumeta Şamê kir ku dev ji siyasetên qirkirinê berde.
Hikumeta Şamê ji 9 mehan ve dorpêçeke giran li dijî kantona Şehba, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê giran kiriye û nahêle madeyên bingehîn derbasî van herêman bibin.
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demuqratî ya Kurdî li Sûriyê Remzî Şêxmûs dorpêç şermezarkir û got:
“Ev dorpêç dikeve xizmeta berjewendiyên rejîma Tirk û ya Sûriyeyê.
Ji 27′ê Nîsanê ve anku piştî 2 rojan ji dan û standinên li Moskovê yên wezîrên parastinê yên Sûriye, Tirkiye, Îran û Rûsyayê, ev dorpêç hate girankirin.
Ger dorpêç bidome jiyana sedhezaran însan dikeve xeteriyê”
Remzî Şêxmûs daxuyakirin ku ji ber siyaseta hikûmeta Şamê ya fezkirina qirkirin, û dorpêçû wê tu guhartin di krîza Sûriyeyê de çênebin.
Şêxmûs bang hikûmeta Şamê kir ku berjwendiya gelê Sûriyeyê di ser hemû berjewendiyan re bigire.