Çînê ekîba herî ciwan a astronotan şand fezayê

Çîn ku demeke dirêje rêwîtiya fezayê li dar dix vê carê jî ekîbek ji ciwanan pêk tê şande Stasyona Fezayê.
Pekînê diyar kir ku ev ekîba ji bo fezayê hate şandin ji 3 ciwana pêk tê.
Rêveberiya Pekînê plan dike ku heta sala 2030’î li ser Heyvê 3 baregehên fezayî ava bike.

Piştî 3 salan ji hewldanên rêwîtiya ber bi Heyvê ve, Çîn cara pêşî komeke astronotan a herî ciwan Stasyona Fezayê ya Tiangong.

Çînê sala 2021’an bi rêya vê stasyonê dikarî li ser asta cîhanê bibe welatê sêyemîn ê ku bi serkeftî mirovan dişîne fezayê.

Îstasyon ji aliyê sê astronotên ve tê birêvebirin û her 6 mehan carekê têne guherîn.

Rêveberiya Pekîn li ser mijarê daxuyaniyek da û got:

Cara pêşî ye ku em ekîbeke ew çend ciwan a ji 3 kesan pêk tê dişînin fezayê.

Berpirsê ekîbê Tang Hongbo yek ji wan kesane ku berê jî çibû fezayê jî dibêje:

“Di van du salên dawî de, min gelek caran xewna vegera li fezayê dît.

Stasyona fezayê mala me a duyemîn e, me ji dinyayê dûr dixe û me nêzî gerdûnê dike.

Herdû astronotên din ên temenê wan 33 û 35 salî ye jî cara pêşî ber bi fezayê ve diçin.

Li Çînê di serdema desthilatdariya Xi Jinping de bernameya Çînê berfirehtir bû.

Pekîn ji bo xwe bighîne asta Amerîka û Rûsyayê di van salên dawî de bi mîlyaran dolaran pere li van bernameyan xerç kirine.

Plana Çînê ew e ku heta sala 2030 li Heyvê 3 stasyonên fezayî ava bike.

Back to top button