Trump wê derkeve pêşberî dozger: Ewlekarî di asta herî jor de ye

Serokê berê yê DYA Donald Trump ji derkeve pêşberî dozger li New Yorkê ye.
Kolanên bajar ji alîgirên Trump tejî bûne.
Ewlekarî di asta herî jor de ye.

Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump ji Floridayê berê xwe da New York ê.

Trump ê ku wê îro li New Yorkê derkeve pêşberî dadgehê, şeva xwe li bajar derbas kir.

Ewlekariya li bajêr beriya ku Trump bigihêje herêmê di asta herî jor de bû.

Li ber cihê Trump lê şeva xwe derbas kirî, tevdîrên ewlehiyê yên berfireh hatin girtin.

Hinek rêyên kolana ber bi navenda cihê Trump ve diçûn hatin girtin.

Adams: Em ê rê nedin tundiyê

Şaredarê New Yorkê Eric Adams di civîna çapemeniyê de têkildarî tedbîrên ewlehiyê yên li bajêr de agahî da.

Adams got, ew ê destûrê bidin xwepêşandanên aştiyane, lê ew ê tu carî tundiyê qebûl nekin.

Back to top button