Pirsgirêka avê ya li Dêrikê tê çareserkirin

Daîreya Avê ya bajarê Dêrikê bi pêşxistina hin pirojeyana pirsgirêka qutbûna avê bajêr çareserkir û êdî wê 13 bîrên avê rojane li bajêr bixebitin..

Li bajarê Dêrikê 24 bîrên ava vexwarinê hene, lê ji ber qutkirina kehrebeyê pirsgirêkên pedaykirina avê jî derdikevin.

Li ser vê yekê Daîreya Avê di sala borî 2022’yan de xeteke kehrebeyê ya mayînde da 6 bîran çêkir.

Dayîna kehrebeyê ji bo 7 bîran di plansaziya îsal a Daîreya Avê bû.

Beriya çend rojan xebatên pêkanîna vê projeyê bi hevkariya Desteya Enerjiyê ya Herêma Cizîrê dest pêkirin ku dê taxên Baweliya, Mesakin Muelimîn, Nexweşxaneya Nîştimanî, Sor û sûk sûdê jê bigirin.

Bi vê projeyê hejmara bîrên ku dê bi domdarî bixebitin dibe 13 bîr.

Rêveberê Daîreya Avê ya Dêrikê Mistefa Ehmed destnîşan kir ku bi vê proje ve zehmetiyên ku şênî ji ber peydakirina ava vexwarinê dikişînin, wê bi dawî bibe.

Ehmed got: “Em hewl didin di plansaziya xwe ya bê de jî kehrebeyê bighînin bîrên din.”

Back to top button