Kurdistaniyên li Almanyayê bang li CPT kir ku li dijî tecrîdê bi erka xwe rabe

Kurdistaniyên li Almanyayê di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî de bang CPT û hemû saziyên peywendîdar kir ku ji bo rakirina tecrîda Îmraliyê bikevin tevgerê.

Platforma Ol û Baweriyên Mezopotamyayê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li bajare Koln ê Almanyayê li ber stasyona trenê daxuyanî da.

Nûnerên pêkhateyên Platformê û Kurdistanî tevlî daxuyaniyê bûn.

Li ser navê platformê Serokê Giştî yê Civaka Îslamiya Kurdistan (CÎK) Hafiz Ahmet Tûrhalli bi zimanê Almanî daxuyanî da.

Tûrhalli destnîşan kir ku pergala tecrîda Îmraliyê di şexsê Rêber Apo de veguheriye tecrîda li dijî Kurdistan û Rojhilata Navîn û wiha got:

“Di serî de CPT divê hemû saziyên peywendîdar, derdorên demokratîk ji bo rakirina tecrîda Îmrliyê bikevin tevgerê.”

Heman boneyê li bajarê Bensheîm ê Almanyayê jî mîtîng hat lidarxistin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hate xwestin.

Bi boneya rojê bi sedan name ji Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîlêgirtina li Êşkenceyê (CPT) re hatin şandin û bang li van saziyan hat kirin ku ji bo aştiyê gav biavêjin.

Li Parîs a Fransayê li dijî tecrîdê meşek hat lidarxistin

Back to top button