Li Amedê mîtînga 1’ê Îlonê hate lidarxistin

Ji bo Roja Aştiyê ya Cîhanî 1’ê Îlonê li Amedê mitîngek hate lidarxistin.
Di mitînge de îşaret bi rista Rêber Apo yê ji bo çareseriya mayinde hate kirin û hate gotin:
Ger hûn bi destê Rêber Abdullah Ocalan bigirin, wê aştî çêbibe
Bi wesileya hema rojê li gelek bajaran partî û rêxistinan jî daxuyanî dan û banga şikandina tecrîda li îmraliyê kirin.

Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî Li Bakurê Kurdistanê hêzên azadîxwaz li qadan bûn.

Ji bo vê rojê, Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan li Amedê mîtingek li dar xist.

Tevî hemû astengiyên polîsên faşîst ê Tirk welatî herikîn qada mitingê.

Li qadê ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de şehîd bûne deqeyek rêz hat girtin.

“Me soz daye vî gelî, em ê aştiyê bînin vê xakê”

Piştî rêzgirtinê Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Amedê Abbas Şahîn li ser navê Komîteya Amadekar axivî.

Abbas Şahîn girseyê silav kir û got:

“Me soz daye vî gelî, em ê aştiyê bînin vê xakê.”

Piştî axaftinê, parlementerên herêmê gel silav kirin.

“Sedema bidawîbûna demokrasiyê şerê li hemberî Kurdan e”

Paşê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk axivî û ev roj li her kesî pîroz kir.

Berdan Ozturk diyar kir li Tirkiyê sedema bidawîbûna demokrasiyê, şerê li hemberî Kurdan e û Tecrîda li dijî Rêber Apo ye.

“Bi destê aştiyê yê Rêber Abdullah Ocalan bigirin”

Li dijî polîtayên şer Ozturk îşaret bi rista Rêber Apo ya ji bo aştiya mayinde kir û wiha axivî:

Meseleya Kurd îro ne Tirkiyê, bandorê li Rojhilata Navîn jî dike.

Bi destê aştiyê yê Rêber Abdullah Ocalan bigirin.

Ger hûn bi wî destî bigirin, wê aştî çêbibe.

Piştî peyam û axaftinan miting bi gerandina govendê li ber stranan bi dawî bû.

Di çalakiyên 1’ê Îlonê de tecrîda Îmraliyê hat şermezar kirin

Her wiha bi heman boneyê li gelek bajaran din jî partiyên siyasî û rêxistinên civakî daxuyanî dan.

Partî û rêxistinan diyar kirin ji Efrînê heta Rojhilatê Kurdistanê, ji Şengalê heta Mexmûrê bi milyonan însan ji ber şer ji warê xwe bûne û gotin:

“Şer çanda jiyankirina mirovan wêran dikin. Lewma divê şer bi dawî bibe.”

Her wiha di daxuyaniyan de tecrîda li dijî Rêber Apo jî hate şermezarkirin.

û hat diyar kirin ku ji bo aşitiyeke mayînde divê dawî li tecrîdê were anîn.

Di çalakiyên 1’ê Îlonê de tecrîda Îmraliyê hat protestokirin

Back to top button