Meclîsa leşkerî ya Dêra Zorê û hêzên Asayişê qedexeya derketina ragihand.
QSD’ê da zanîn qedexeya ku ji bo parastina sivîlan ji çeteyan e, wê 2 rojan dewam bike.
Têkildarî vê yekê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da.
QSD’ê eşkere kir ku li Dêra Zorê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin û got:
′′Ji ber rewşa ewlehiyê ya ku gundên rojhilatê Dêrazorê tê re derbas dibin, Meclisa Sivîl a Dêrazorê û Hêzên Asayişê qedexeya derketinê li herêma Dêrazorê radigihîne.
Qedexe saet 5’ê sibê dest pê dike û wê 2 rojan dewam bike
QSD′ê diyar kir ku ew e jiyana sivîlan û milkên wan ji komên çete biparêzin.
Li gorî daxuyaniyê qedexeya derketinê saet 5’ê sibê dest pê dike û wê 48 saetan dewam bike.
QSD: Gundê El Dehle û beşên bajarokê el Buseyîre ji çeteyan hat paqijkirin