“Hikûmeta Şamê hewl dide tevliheviyê navbera gelên herêmê derxe”

Endamê Partiya Aştiya Demokratî a Kurdistanî Nihad Remê da xuyakirin ku Rêveberiya Xweser berevajî angaştên hikûmeta Şamê; dixwaze di Sûriyeke yekbûyî de be û ti carî jê cuda nabe. Şêxê êla El-Elî a li Reqayê Remadan El-Rehal jî ji bo parastina statûya Rêveberiya Xwesr, banga naskirina wê kir.

Wezîrê Wezareta Karên Derve ya Sûriyê Fêsel Miqdad angaşt kiribû ku Rêveberiya Xweser aramca cudabûna ji Sûriyê dike.

Di vê derbarê de, Endamê Partiya Aştiya Demokratî a Kurdistanî Nihad Remê daxuyaniya hikûmeta Şamê şermezar kir û anî ziman “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê mafekî rewa ye ji bo hemû gelên herêmê û armanca wê ne cudabûne.

Nihad Remê destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser sîstemeke demokratîk û bingeha jiyana hevbeş a hemû gelên herêmê ye, her wiha hewl dide aştî û wekheviyê navbera gel û beşên civakê pêk bîne.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Wîfaqê ya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê Mûsa Kîtikanî jî da xuyakirin ku armanca hikûmeta Şamê ji dana van daxuyaniyan, ew e tevliheviyê di navbera Rêveberiya Xweser û pêkhateyên herêmê de derxe…

Şêxê Êla El-Elî: Divê civaka navdewletî Rêveberiyê nas bike

Ji bo rêgirtina li ber hewldanên têkbirina statûya Rêveberiya Xweser, bangên naskirina navdewletî bi vê rêveberiyê her zêde dibin.

Şêxê êla El-Elî a li Reqayê Remadan El-Rehal diyar kir ku Rêveberiya Xweser nûnertiya hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û destkeftiyên şoreşê parastin..

Remedan El-Rehel destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser xwedan pergaleke demokratîk a navendî ye û divê civaka navdewletî vîna gelên herêmê nas bike.

“Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl nade ku ji Sûriyê cuda bibe. Berevajî vê yekê, ew dendika Sûriyeyê ye. Banga me ew e ku xaka Sûriyê yek be”.

“Divê civka navdewletî Rêveberiya Xweser nas bike û em dixwazin ku nûnerên me li NY, Konseya Ewlekariyê û Komkara Erebî jî hebin”.

Back to top button