Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê kon ji bo şêniyan vegirt .
Ji bin konên alîkariyê kalemêrekî 60 salî yê ji Qamişlo bi rêbazên xwe alîkarî da qurbanên erdhejê.
Bi rêbaza xwe welatiyê bi navê Mihemed Zahir Xelîl (61) ê ji Qamişlo tev li pêngava “Bi hev re ji bo mirovahiyê” bû..
Ev pêngav ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê hatiye destpêkirin ..
Ew jî ji bo berhevkirina alîkariyan ji bo mexdûrên erdhejê ye ..
Xelîl bi çakêta li ser xwe tev li hemleyê bû û got:
“Ez nikarim wê fikrê qebûl bikim ..
Ku ji ber şert û mercên aborî nikarim bi tiştekî tev li hemleyê bibim.
Ji ber wê dixwazim çakêta xwe tev li hemleyê bibim û erkê xwe bînim cih.
Xelîl dibêje: Hêvî dikim ku bi çakêta min mexdurek an jî hewcedarek germ bibe.”