YE cezayên li dijî Şamê saleke din dirêj kirin

Piştî Beşar Esed careke din serokatiya Hikumeta Şamê da xwe, YE cezayên li dijî hikumeta wî dirêj kirin.

Meclisa YE bi daxuyaniyekê ragihand ku cezayên li dijî hikumeta Şamê heta 1’ê Hezîrana 2022’an hatin dirêjkirin.

YE destnîşan kir ku halê hazir ev ceza 283 kesayet û 70 saziyê dikin armanc.

Hin endamên Kongressa Amerîkî banga pêkanîna “Qeyser” li dijî Şamê kir

Ji aliyê xwe ve, hin sanatorên Komarparêz li Kongressa Amerîkî fişar li serokê Amerîkayê Joe Biden kir ku cezayên “Qeyser” li dijî Esed pêk bîne.

Di nameyeke ku ji bo Wezîrê Derve yê DYA Anthony Blink re hatiye şandin de, sentorên Komarparêz got:

“Ji binketina sepandina cezayên Qeyser li dijî hovtirîn binpêkerê mafên mirov li cîhanê, em bi-fikar in.

Ji bo danûstandinan, gerek e ev yek nebe stûxwariyek li hemberî Îranê”.

Back to top button