Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mirî El Şibilî dibêje:
Alîkariyên navneteweyî negihaştine her du taxan.
Hikumeta Şamê derbaskirina alîkariyan asteng dike.
Mirî El Şibilî diyar kir ku ji ber erdhejê taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê para xwe ji windahiyan girt.
Me planek ji bo parastina şêniyan danî da ku qurbaniyên din çênebin.”
El Şibilî anî ziman ku wan maseya krîzê ava kir û gelek tedbîr girtine û got:
“Me kon vedan..
Me dibistan û mizgeft ji bo hewandina şêniyan vekir.
Her wiha me alîkarî û madeyên xwarinê pêşkêşî wan kirin.”
Mirî El Şibilî da zanîn ku Heyva Sor a Kurd jî destek daye wan..
Mirî bang li rêxistinên navneteweyî kir ku di zûtirîn demê de alîkariyan ji her du taxan re bişînin.