Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan li dijî tecrîdê bertek nîşan dan .
Ciwanan got ,ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê têkoşînê xurtir bikin.
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê-şaxê navçeya Çilaxa Mîlad Ebdulhemîd Akob komplo şermezarkir ..
Mîlad anî ziman ku dewleta Tirk hewl dide bi rêya girankirina tecrîdê fikrê a Rêber Ocalan ji gelê wî dûr bixe..
Husam Nayîf El Mubarek jî ji aliyê xwe ve got:
“Em ê li derdora ramanê Rêber Ocalan bibin xelekên ji agir..
Em ê tecrîdê bişkînin..Divê têkoşîn bê xurtkirin .”.
Ciwana bi navê Evîn Îsa jî banga eşkerekirina rewşa tenduristî ya Rêber Ocalan kir ..
Endamê Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya navçeya Til Hemîsê Etallah El Sebai dibêje:
Hemû serekftin û destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berhemên fikrê Rêber Ocalan e..
Hîba El Zixîn jî tekez kir ku armanca komploya navneteweyî qirkirina gelê Kurd e..