Qazaxistan ji bo santrala nukleerî diçe referandûmê

Qazaxistanê ji bo avakirina santrala nukleerî berê xwe daye referandûmê.
Serokê Qazaxistanê Tokayev ragihand ku ji bo avakirina yekemîn santrala nukleerî ya li welêt, wê referandûm were kirin.
Lêbelê, xwezaparêz li dijî vê biryarê derdikevin.

Qazaxistanê ji bo santrala nukleerî berê xwe daye referandûmê.

Qazaxistana yek ji wan welatan ku bi Uranyumê dewlemend tê nasîn.

Lewma niha jî dixwaze santralên xwe yên nukleerî hebe.

Lê ji bo wê jî welat ber bi referandûmê ve diçe.

Tokayev: Referandûm wê di rojên pêş de were kirin

Serokê Qazaxistanê Qasim Comert Tokayev ragihand ku ji bo avakirina yekemîn santrala nukleerî ya li welêt wê referandûm were kirin.

Tokayev ji bo roja referandumê rojên paşê nişan da.

Hikumeta Qazaxistanê piştî demeke dirêj a gotûbêjan pêwistiya asta nû ya hilberîna elektrîkê dît.

Lewma ji bo gavên werin avêtin li başûrê rojhilatê herêma Almary cihên pêywîst hatine diyar kirin.

Li gorî agahiyan wê santral ji aliyê Rûsyayê ve were ava kirin.

Ji bo vê, navê şîrketa Rosatom tê gotin.

Xwezaparêz li ser avakirina santrala nukleerî bi fikarin

Lêbelê, xwezaparêz çalakvan ji ber fikarên ewlehiyê li dijî vê yekê derdikevin.

Di dema Sovyetê de jî Qazaxistan bibû herêma ceriband çekên nukleerî.

Ji ber vê yekê hîn jî li wî welatî deverên ku bi radyoaktîvekî zêde nayên bikar anîn hene.

Tokayev: Divê Qazaxistan xwedî kapasîteya enerjiya nukleerê be

Serokomar Tokayev diyar kir ku haya wan ji fikarên pisporan derbarê ewlehiya santralên nukleerî de heye û got:

“Divê ji aliyekê ve Qazaxistana ku welatê herî mezin ê uranyumê ye, xwedî kapasîteya xwe ya enerjiya nukleerê be.”

Misirê dest bi avakirina santrala nukleerî kir

Şîrketa Rûsî Rosatom a ku wê santralê ava bike, lîsansa çêkirina santrala nukleerî ya çaremîn li Misrê wergirt.

Li gor daxuyaniya ku li ser malpera înternetê ya şirketa Rosatom ve hatiye parve kirin, wê şirket li bakurê rojavayê Misrê dest bi kar bike.

Ev daxuyanî ji aliyê Misrê ve jî hate piştrastkirin.

Back to top button