Artêşa Nîjerê fermana dersînorkirina balyozê Fransa da

Li Nîjera cûnta leşkerî ya artêşa darbekar, di biryarên xwe yên li dijî hebûna welatên biyanî de bi israr e.
Artêşa darbekar ji bo dersînorkirina Balyozxaneya Fransa ferman da.
Di wextekî ECOWAS’ê ji bo vegera li hikumeta demkî 9 meh diyar kirin de, Burkîna Faso leşkeran dişîne welat.

Li Nîjerê êdî rewş tam aloz bûye.

Artêşa darbekar ya rêveberiya welat xistiye destê xwe de, dixwaze dawî li hebûna Fransa ya li welat bîne.

Ji ber vê yekê ferman da polînsa ku Balyozê Fransa yê li welat dersînor bikin.

Ji ECOWAS’ê pêşniyara di 9 mehan de derbasbûna hikumeta demkî

Hemwextî vê rewşê Civata Aborî ya Dewletên Rojavayê Afrîkayê (ECOWAS) ji bo hikumeta leşkerî ya darbekar, pêşniyara veguhestina hikumeta demkî ya 9 mehî kir.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Nîjeryayê, Serokomarê Nîjeryayê û herwiha Serokê ECOWAS Bola Ehmed Tînûbû, ji bo rêveberiya leşkerî ya li Nîjerê pêşniyara heyama hikumeta veguhêz a 9 mehan kir.

Tinubu bi bîr xist ku Nîjer piştî dema veguhêz a 9 mehan ku 1999’an ji aliyê serokê dewletê ve hatibû destpêkirin vegerî desthilatdariya sivîl û got,

“Eger rayedarên leşkerî yên Nîjer rast bin, ez tu sedemê nabînim ku ev yek li welat dubare nebe.”

Tînûbû bal kişand ser wê yekê ku çalakiya leşkeran a li Nîjerê nayê qebûlkirin û destnîşan kir ku artêş çiqas zûtir rêziknameyên erênî bide, ECOWAS wê ji bo rakirina cezayên ku li ser welat hatine sepandin zûtir tevbigere.

Serokê Konseya Netewî ya Parastina Welat (CNSP) Ebdurrahmane Tchiani 19’ê Tebaxê ragihandibû ku wê herî zu di nava 3 salan de wê derbasbûna hikumeta sivîl pêk were.

Burkîna Faso xwe amade dike ku leşkeran li Nîjerê bi cih bike

Li aliyekî din, li Burkîna Faso, hikumetê pêşnûmeya ku destûr dide leşkeran bişînin Nîjerê pejirand.

Wezareta Parastinê ya Burkîna Faso ev biyara hatî pejirandin bi raya giştî re parve kir.

Ji bo pêşnûme bibe qanûn divê li meclîsê were qebûlkirin.

ECOWAS’ê, 10’ê Tebaxê ragihandibû ku ger pergala destûrî ya li welat neyê vegerandin, ew ê destwerdana leşkerî bikin.

Di civîna serfermandarên welatên ECOWAS a 17’ê Tebaxê ya li paytexta Gana Akraya de hat ragihandin ku dîroka destwerdana leşkerî ya li Nîjerê diyar bûye.

Nîjer her wiha destûr da Burkîna Faso û Malî ku di dema operasyoneke muhtemel de derbasî xaka wê bibin.

Li Nîjera ku ji 26’ê Tîrmehê ve darbe lê pêk hatî û heta niha rewşa li welat aloz e.

 

Back to top button