Dayikên şehîdên Yekîneyên Jinên Azad-Star (YJA-STAR) piştrast kir ku ew ji bo piştgirîdayîna berxwedana gerîla amade ne çekên keç û xortên xwe hildin.
Dayika gerîlaya YJA-STAR’ê Bêrîvan Cuma (Avzem Çiya), Muntehe Ebdullah diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyê bi hemû rê û rêbazên cuda êrîşan pêş dixe û li dijî gerîla li ber çavê cîhanê çekên kîmyewî kar tîne.
Muntehe Ebdullah diyarkir ku ew amade ne çekên keç û xortên xwe yên şehîd jî hildin.
Her wiha, dayika herdu şehîdan; Egîd û Jiyan(Canda Çiya), Munîfe Seîd jî got;
“Dagirkeriya Tirkiyê hewl dide bi êrîşan gelê Kurd qir bike, gerîla li hember siyaseta qirkirinê berxwe dide, gelê heremê xwe dispêre gerîla.
“Em gerîla ne û gerîla jî em in.
Dewleta Tirk a dagirker nikare me ji armanca me dûr bixe,
Eger gerîlayek şehîd bikeve jî li şûnê dê bi hezaran gerîla hebin.”
bi van gotinan Dayika şehîda YJA-STAR’ê Ala Xelef (Hêvîdar), Xerme Elî destnîşan kir ku divê gel xwe li hember siyasetên dagirkeriyê bi rêxistin bike.