Şêniyên Minbicê bi biryarin li dijî tecrîdê têbikoşin

Şêniyên Minbicê teqezî bi girîngiya bilindkirina asta têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir û bang li gelên azad ên cîhanê kir ku piştgiriyê vê têkoşîna wan bikin.

Îbrahîm El Îsa El Caberî diyar kir ku dewletên kapîtalîst li dijî fikrê Rêber Apo ne û got:

“Dewleta Tirk bi gefan dixwaze îradeya Rêber Abdullah Ocalan û ya me têk bibe.

Lê îradeya me têk naçe heya dawiyê banga têkbirina tecrîdê bikin.”

“Jinên Minbicê heta bidawîkirina tecrîdê têkoşîna xwe bidomînin”

Îlham Serdar jî bal kişand li ser rola Rêber Apo di azadiya jinê de û wiha axivî:

“Me di bin siya netewa demokratîk de xwe nas kir

em êdî di hemû qadên jiyanê de beşdar in

wek jinên Minbicê heta bidawîkirina tecrîdê têkoşîna xwe bidomînin.”

“Divê li hemberî kiryarên dagirkeriya Tirkiyê em bibin yek”

Endama Komîteya Lihevanînê ya xeta rojava Fatme El Mensûrî jî bang li gelên azad ên cîhanê kir ku piştgiriyê bidin vê têkoşînê.

Şêxo Mihemed Afad bal kişand kiryarên dagirkeriya Tirkiyê li ser heremê û banga yekîtiyê ji gelê heremê kir.

“Li dijî tecrîdê pêş Balyozxaneyên dewleta Tirk çalakiyan bikin”

Back to top button