Pêşmergeyê Dêrîn Huşyar Biyawêleyî derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê diyar kir ku ev pirsgirêkên heyî bi şer û kuştinê çareser nabin. Vî pêşmergeyî ji PDK’ê xwest kir ku neyê lîstoka dewleta Tirk û şerê birakujî dernexîne.
Welatiyên Germiyan: Em şerê birakujiyê red dikin
Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser başûrê Kurdistanê û hewldanên derxistina şerê navxxweyî çalakî û nerazîbûn dewam dikin..
Partiyên siyasî yên li Germiyanê bi dirûşmeya “Germiyan li dijî dagirkeriyê li ser piyane” çalakiyek li darxistin.
Di çalakiyê de wêneyên pêşmerge û gerîla yên ku di yek çeperê de kişandibûn, hatin bilindkirin.
çend saniyan dîmen bidin
Di çalakiyê de li ser navê partiyên siyasî daxuyaniyek hat dayîn û êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin..
Her wiha hewildanên ji bo şerê Kurd bi Kurd hat redkirin û daxwaz ji hemû aliyan hat kirin ku bi berpirsyarane nêz bibin.