Artêşa Tirk a dagirker derdora navçeya Til Rifetê ya herêma Şehbayê topbaran kir.
Artêşa Tirk a dagirker duh êvarî careke din derdora navçeya Til Rifetê ya Şehbayê bi çekên giran topbaran kir.
Artêşa dagirker her wiha duh gundên Meranaz û Alqemiyê yên navçeya Şera ya kantona Efrînê jî bi dijwarî da ber topan.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, herî kêm 40 obus li gundên navborî ketine.