Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî piştgiriya xwe bi encamên Kongreya Niştimanî ya şêniyên Cezîr û Firatê anî ziman.
Mazlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê twîtterê destnîşan kir ku kongreya MSD’ê ya niştimanî ji bo pêşeroja herêmê destpêka pêvajoyeke nû ye.
Ebdî got:
Em piştgiriya bernameya xebatên dema pêş dikin û em ê hewl bidin wê bişopînin û pêk bînin.
Her wekî em hêvî dikin ku ev pêvajo bibe destpêkeke nû û bi xwe re aramî û geşbûnê ji herêmê giştî re bîne.
MSD’ê piştî 13 komxebatan, kongreya Niştimanî ya şêniyên Cezîr û Firatê li bajarê Hesekê li dar xist.
Di kongreyê de, bernameya xebatên dema pêş derket û ji xalên bingehîn jî, pêşxistin û berfirehkirina xebatên Rêveberiya Xweser bû.