Salvegera 7. a êrişa komên çete li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê

Îro, salvegera 7. a êrişên dijwar ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ye. Komên çete bi hemû cure çekan û di nav de jî yên kîmyewî, êriş kir. Lê bi berxwedaniya Xelkê taxê bi pêşengiya YPG’ê û YPJ’ê tax hatin parastin.

16’ê Sibata 2016 bû. Dewleta Tirk berê çeteyên ku navê artêşa Azad lê hatibû kirin, da van taxan.

Ev kom qaşo ji bo şerê Rêjîmê bikin li Helebê bûn, lê bi fermana dewleta Tirk, berê xwe dan van taxên ku bi hezaran ji Xelkê ji ber şer ji herêmên din reviya bûn jî dihewand.

24 koman ku di bin banê opozisyona Sûrî de cih digirtin û dîsa bermahiyên ENKS’ê bi çekên giran û topên ku ji topên gazê dihatin çêkirin êriş kirin.

Êriş ji sê aliyan ve pêk hat..

Li hember van êrişên dijwar, ji bilî berxwedanê û şer, tu rê li pêşiya xelkê van taxan nebû.

Berxwedanî bi pêşengtiya YPG’ê û YPJ’ê hat kirin û her kes seferber bû. Di vê serferberiyê de Kurd û ereb bi her awayî her tiştê xwe di oxira parastinê de xistin dewrê..

Ciwan li Eniyên şer bûn, Ixtiyaran kolan diparastin û dayikan ji bo şervanan xwarin çêdikir.

Her kesî tişta li gel wî hebû bi yên derdora xwe re parve dikir.

Ji ber ku komên çete dîtin ku ew ê nikaribin bikevin taxên Şexmeqsûd û Eşrefiyê, cara yekê di 8ê Adara 2016an de bi çekên kîmyewî êriş kirin..

Cara duyemîn 7ê Nîsan û cara sêyemîn jî 8 Nîsana 2016an bi çekên kîmyewî taxa hatin bombebaran kirin.

Wê demê çeteyên bi navê Ceyş El-Îslam bi daxuyaniyekê ragihand ku di topbarana taxa Şêxmeqsûd de çekên kîmyewî bi kar anîne û dewleta Tirk bi rêya dergehên sînorî yên bi Sûriyê re, ji wan re ev çek şandibûn..

Alên dewleta Tirk jî li ser van topan xêzkirî bûn.

Di dîmenekî din de, xuya dibû ku li ser topan bi zimanê Tirkî “ji bo tolhildana şehîdên Stenbolê” hatiye nivîsîn.

Ev hemû jî belgebûn ku dewleta Tirk van êrişan organîze dike.

Di van êrişên di 2016’an a çeteyên Îtîlafê de, 350 kesî ji niştecihan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran di nav de jî zarok, birîndar bûn.

Xelkê Şêxmeqsûd û şervanên wê yên YPG’ê û YPJ’ê, rê nedan ku tax bikeve destê çeteyan.

Ev taxa ku qedera şerê Helebê diyar dikir, bi berxwedaniyê, hêviyên dewleta Tirk a girtina Helebê têk birin.

Tevî ev rastiya heye jî, îro hêzên Hikumeta Şamê xelkê taxê xistine dorpêçê û ji bîr kirye ku van taxan Heleb parast.

Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Berxwedan li hember êrişn bi ser ket

Bi boneya salvegera êrişan, Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê îro li Qada Şehîdan a Şêxmeqsûdê daxuyaniyek da.

Meclisaê ragihand ku çeka herî bihêz di wê berxwedana li dijî êrişan de biratiya gelan û jiyana hevbeş bû û bû mînaka şerê gel ê şoreşgerî..

Her wiha bang li gelê Sûriyê hat kirin ku li dora projeya Rêveberiya Xweser kom bibin û ew projeya yekane ye ku azadî û mafên gelên herêmê misoger dike ye.

Back to top button