Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin

Jin û ciwanên kurd li bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi çalakiyên cûda Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Apo şermezarkirin.

Ciwanên şoreşger ên Mehabadê bi daxuyaniyekê komploya navneteweyî şermezarkirin û gotin: “Rêber Apo em fêr kirin ku dirûşmeya “Jin Jiyan Azadiyê “bikin felsefeya xwe ya têkoşînê.”

Li bajarê Seqiz jî bi heman armancê ciwanên şoreşger peyamek bi dîmen belav kirin û bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ komploya 15’ê Sibatê şermezarkirin.

Li bajarê Merîwan jî jinên ciwan bi daxuyaniyekê komploya 15’ê Sibatê şermezarkirin û diyarkirin ku wê dijmin nikaribe fikir û felsefa Rêber Apo di girtîgehê de dîl bigre.

Komîteya Şehîd Rêzan jî li bajarê Mihabadê bi belavkirina wêneyên Rêber Ocalan û şewitandina sembolên dewleta Îranê nerazîbûna xwe li dijî komployê nîşan dan.

Back to top button