Çeteyên dewleta Tirk li Cindirêsê alîkariya ji bo xelkê didizin

Cindirês ji erdhejê gelekî bi bandor bû. Birîna Cindirêsê, li şûna ku were pêçandin, çete bi kiryarên xwe wê kûrtir dikin. Çete alîkariyên mirovî yên ku ji mexdurên erdhejê re tên şandin, didizin û yên ku belav dikin jî kurdan jê bêpar dihêlin.

Her rojek derbas dibe cenazeyeke din ji bin kavilên Cindirêsê tê derxistin.

Ev 10 roj in di ser erdhejê re derbas dibin, bi van rojan re jî bîlançoya qurbaniyan zêde dibe.

Li gorî Efrîn POST, alîkarî naghêje kurdên li Cindirêsê û dema Efrîniyekî konek xwestiye, komên ser bi dewleta Tirk de ku navê meclisa xwecihî lê hatiye kirin, nedane wî û jêre gotin:

“Biçe li yek ji konên ku ji derveyî Cindirêsê hatiye hazirkirin bimîne..

Lê welatiyê Kurd ev yek red kir û li mala xwe ya li Cindirêsê ma.

He wiha hate ragihandin ku alîkariyên mirovî yên çûne herêmê jî tenê li malbatên çeteyan ên li Efrînê bi cih in, tên belavkirin.

Welatiyên Kurd jî bi hinceta ku Kartên qeydkirina alîkariyê li gel wan tune ye, bêpar tên hiştin.

Tora Çalakvanên Efrînê derbarê heman mijarê de dîmenek parve kiribû.

Di dîmen de kesek ku ji aliyê çeteyan ve li Efrînê hatiye bi cih kirin, diaxive û dibêje ku Kurdên li Cindirêsê ji alîkariyên mirovî bê par tên hiştin.

Back to top button