Çalakiyên bersivdayînê yên Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dewam dikin.
HRE’ê ragihand ku hêzên wan li Babê, Marê û herêma Efrînê li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê çalakî kirin.
HRE’ê diyar kir ku di encama çalakiyan de 7 leşkerên Tirk û 7 çete hatin kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê bi çalakiyên xwe bersiva êrişên rojane yên dewleta Tirk didin.
Hêzên Rizgariyê li Mare, Efrîn û Babê rêze çalakî lidarxistin.
HRE’ê derbarê çalakliyan de daxuyaniyek weşand û ev agahî parve kir;
“10’ê Cotmehê di encama çalakiyek taybet de li herêma Marê serçeteyek hat kuştin û çeteyek birîndar bû.
Heman rojê li ser rêya Cindirêsê di encama çalakiyekê de, 2 çete birîndar bûn.
11’ê Cotmehê li Herêma Marê di encama çalakiyeke sekvanî de çeteyek hate kuştin.
12’ê Cotmehê li herêmên Efrîn û Babê li hemberî çar baregehên artêşa Tirk a dagirker çalakiyên taybet hatin lidarxistin,
Di encama van çalakiyan de 5 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin. Her wiha seyareyek doçka hat rûxandin.
Heman rojê li herêma Babê li dijî çeteyan çalakiyek hate lidarxistin, di encamê de 5 çete hatin kuştin û seyareyek hate derbkirin.
14’ê Cotmehê li gundê Kefercanê ya Efrînê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker çalakî hat lidarxistin,
Di encamê de 2 leşker hatin kuştin û leşkerek birîndar bû.
16’ê Cotmehê, li herêma Efrînê di encama çalakiyekê de seyareyeke çeteyan hat rûxandin.”