HPG: Li Zapê leşkerekî Tirk hate kuştin

Artêşa Tirk ya dagirker ku li pêşberî berxwedana gerîla nikare encamê bigire her carê çekên kîmyewî bikartîne.
HPG’ê ragihand dagirkeran dîsa 14 caran bi çekên kîmyewî êriş pêk anîn.
Li herêma Zapê jî di encama çalakiyên gerîlayan de leşkerekî Tirk hate kuştin.

Dewleta Tirk a dagirker bê navber êrişî başûrê Kurdistanê dike. Artêşa Tirk a ku nikare li pêşberî berxwedana gerîla encamê bi dest bixe her carê çekên kîmyewî bikartîne.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şerê li başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî parve kir;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 17’ê Cotmehê li Qada Çemço ya bi ser herêma Zapê tîmên me yên bi tevger du caran bi çekên giran li hêzên dagirker xistin.

Di encama vê çalakiyê de leşkerekî Tirk yê dagirker hate kuştin.

Dîsa heman rojê li Qada Saca tîmên me yên bi tevger li helîkopterên êrişê xistin ku dixwestin qadê bombebaran bikin.

Di encama destwerdana hêzên me de helîkopter neçar man ji qadê dûr bikevin.

“Artêşa Tirk 14 caran bi çekên kîmyewî êriş pêk anîn”

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir roja 17’ê Cotmehê artêşa Tirk a dagirker 14 caran bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî, 28 caran bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên kîmyewî qadên gerîla bombebarankirin.

17 Gerîla bi çekên kîmyewî şehîd bûn

NPG: 17 Hevalên me bi çekên kîmyewî hatin şehîdxistin

Back to top button